Êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin: DAÎŞ bi ser xwe ve tê!
Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên civakî yên sivîl hişyarî dan ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê DAÎŞ'ê ji nû ve bîne ser xwe.
Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên civakî yên sivîl hişyarî dan ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê DAÎŞ'ê ji nû ve bîne ser xwe.
Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê daxuyaniyek dan û bi tundî êriş û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev êriş dê bibin sedema vegera çeteyên DAIŞ'ê.
Di daxuyaniyê de ev daxwaz arasteyî rêxistin û saziyên navneteweyî hatin kirin:
- Rawestandina hemû kiryarên tundiyê û kuştinê li Sûriyeyê û li herêmên Kurdan.
- Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bê şert û merc ji hemû herêmên Sûriyeyê vekişin.
- Diyarkirina rewşa kesên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine revandin û yekser serbest berdana wan.
- Rawestandina polîtîkayên koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê.
- Çareserkirina doza Kurd bi awayekî dadmend û demokratîk di nava destûra Sûriyeyê de.
- Pêşxistina çanda welatîbûn, lihevhatin û aştiya navxweyî ku bibe garantiya yekitiya civaka Sûriyeyê.