QSD’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku êrîşên dagirkeran ên li ser Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê didomin û diyar kir ku balafirek bêmirov hatiye xistin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku êrîşên dagirkeran ên li ser Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê didomin û diyar kir ku balafirek bêmirov hatiye xistin.
Navenda Çapemeniyê ya Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaxê û qadên din, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Tevî hewldanên aramkirinê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh û îro jî li ser gelek herêmên derdora Kobanê, Bendava Tişrînê û Eyn Îsayê berdewam kirin.
Duh êvarê saet di 18.00’an de çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî ya balafirên keşfê ji 3 baskan ve êrîşî herêma Bendava Tişrînê kir. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da. Di pevçûnan de kuştî û birîndarên wan çêbûn û neçar bûn ku ji herêmê birevin.
Li herêma Pira Qereqozaqê û gundê Bîr Heso yê dikeve başûrê bajarê Kobanê, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk saet di 23.00’an de bi 3 êrîşên hewayî herêm bombebaran kir, her wiha artêşa Tirk a dagirker bi dehan moşek û top li herêmê barandin.
Li Eyn Îsayê, duh êvarê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hoşanê li erebeyekê xist, her wiha gundên rojhilatê Eyn Îsayê û rojavayê Girê Spî jî bi dehan topên hewanan bombebaran kirin.
Îro danê sibê komên çete bi piştgiriya hewayî û bejayî ya artêşa Tirk a dagirker, ji gelek baskan ve êrîşeke berfireh li ser herêma Bendava Tişrînê pêk anî. Di van kêliyan de şerên dijwar di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de diqewimin. Li herêmê balafirên keşfê yên dagirkeran digerin.
BALAFIREK HATE XISTIN
Li hemberî vê yekê û ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kir, her wiha ji ber bombarana dijwar a balafirên keşfê yên bêmirov û topbaranê, duh danê êvarê hêzên me li derdora pira Qereqozaxê balafireke keşfê ya Bayraktar TB2 a Tirk xist xwarê. Her wiha hêzên me ji bo bersivdayîna êrîşan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li Kobanê ketine rewşa berevaniyê.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê bi kar tînin û hewl didin êrîş û planên xwe yên dagirkeriyê bidomînin û dixwazin raya giştî bi kar bînin. Ev yek ji raya giştî re pir xuya ye. Êdî pir diyar e ku bi hemû hovîtiya xwe dixwaze herêmê dagir bike û gelê wê koçber bike.”