Parlamenterên Katalonyayê çûn serdana YPJ’ê
Şandeyek Katalonyayê çû serdana Yekîneyên Parastin (YPJ). Di serdanê de geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin.
Şandeyek Katalonyayê çû serdana Yekîneyên Parastin (YPJ). Di serdanê de geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin.
Serdana şandeya Katalonyayê ku ji Robîn Wagnsberg, parlamenter û seroka Partiya Yekitiya Gel Carles Albert pêk tê ji bo piştevaniya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.
Şandeyê îro serdana Biryargeha Navenda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir. Şandeyê bi Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed, endamên Konseya Leşkerî yên YPJ’ê Avînar Dêrik û Destîna Heleb re li ser mijarên dawî nirxandin kirin.
Di rûniştina şandeya Katalon û fermandarên YPJ’ê de, bi taybetî li ser metirsiyên li dijî Şoreşa Jinan a Rojava nîqaş hatin kirin. Li gel vê bi hilweşandina desthilatdariya rejîma Baasê re, hêzên cîhadîst ên ku berê xwe dan herêmê serweriya xwe zêdetir dikin, wê di pêşeroja avakirina pergala rêvebirina Sûriyeyê de bandorek çawa bikin, hatin nirxandin.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, diyar kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê, berxwedaniya ku tê raberkirin dîrokî ye û diyarkirina çarenûsa gelê herêmê ye û wiha got: “Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, ji ber wê jî gelek destwerdan bi taybetî li ser Sûriyeyê hene. Hêzên paramîlîter û komên çete di dîzaynkirina herêmê de tên bikaranîn. Ev jî di warê ewlehiya herêmê, pêşeroja civak û jinan de xeterên gelek mezin ava dike. Weke YPJ armanc û erka me ew e ku em jinan û civakan ji van xeteran biparêzin. Êrîşên ku li ser jinan tên kirin tê wateya tunekirina civakê. Mînak di kabîneya hukûmeta Şamê ya nû tê avakirin de, cihê jinan nîn e. Bi taybetî jî bi êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re ji nûve zindîbûna DAÎŞ’ê jî dikeve rojevê. Ji ber ku şaneyên DAÎŞ’ê di demên wiha de derfetên rêxistinkirinê dibînin. Ev yek jî ji bo tevahî cîhanê xeteriyeke nû ava dike.”
PERGALA RÊVEBERİYA XWESER
Parlamenter û serokê yekitiya gel Carles Albert diyar kir ku weke gelê Katalon ew piştgiriyê didin doza mafdar a gelê Rojava û bal kişand ser metirsiya li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava û wiha got: “Pêwîst e raya giştî li hemberî êrîşên dagirkeriya li ser Rojava baldar be û rabe ser piyan. Pergala Rêveberiya Xweser ji bo gelê Kurd, Ereb û tevahî herêma Rojhilata Navîn projeyeke girîng e. Ev pergal di heman demê de ji bo tevahî cîhanê jî hewce ye.”
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn li ser navê tevahî hêza YPJ û bi taybetî jî şervanên ku di eniyên berxwedanê de li dijî êrîşên komên cîhadîst û dewleta Tirk a dagirker şer dikin, spasiya gelê Katalon kir û diyar kir ku di pêvajoyeke wiha xeter û girîng de, dilsoziya jinan û gelên Katalonyayê ji bo berxwedana Rojava û piştgiriya wan cihê şanaziyê ye.