Şehîdên Berxwedana Dîrokî bi merasîmekê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 2 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Dîrokî ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a li Dirbêsiyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê.

Cenazeyê şehîdên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Ciwan Çîlo bi nasnav Reşîd û Elî Xilo bi nasnav Murdem ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Ristem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi li ser navê YPJ Şîlan Nurdem û li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Silêman Xelîl axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser berxwedana li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Malbatên şehîdan jî diyar kirin ku wê heta dawî li dijî êrîşên artêşa Tirk li ber xwe bidin.

Girseyê di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîdan bi dirûşman li goristanê spartin axê.