Akif: 70 hezar kesan koç kirin

Berdevkê Daîreya Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Akif diyar kir ku ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 70 hezar kesan ji neçarî koç kirine.

Berdevkê Daîreya Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Akif diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li bajar û gundên cihê 10 kesên sivîl şehîd bûne.

Akif diyar kir ku gelek kes jî birîndar bûne û hejmara kesên şehîd bûne, hê ne zelal e. Akif got ku “Li cihên ku top lê ketine, herî kêm 20 kesên sivîl birîndar bûne.”

Akif got ku “Dema konvoya sivîlan ji Reqayê diçû Girê Spî bûye hedefa balefirên artêşa Tirk a dagirker û gelek kes birîndar bûne.”

Akif got ku “Ji ber van êrîşan 70 hezar kesan ji neçarî cih û warên xwe terikandine. Îro jî herî kêm 7 hezar koçber ji kampa Mebrûkayê birine herêmeke din û em nikarin pêdiviyên wan bi cih bînin. “