Derbarê girtîgeha ku endamên DAÎŞ’ê tê de bû daxuyanî hate dayîn
Fermandariya Giştî ya Hêzên Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê daxuyanî da. Endamên DAÎŞ’ê di vê girtîgehê de bûn û êrîş lê hatibû kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Erebeyeke bombebarkirî ji cureya Mazda li rex girtîgeha Xiwêran a li bajarê Hesekê di saetên berbanga vê sibehê de nêzî saet 02:15’an de teqiya. Dîwarê girtîgehê kir hedef û zirarek mezin çêkir û tiştek bi kesî nehat. Di heman demê de jî artêşa dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef.
Hedefgirtina girtîgeha Xiwêran a ku tê de girtiyên terorîst hene û di vê dema hesas de, tenê ji ber ku hêzên me bi parastina rewa ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker re mijûl in.
Ji aliyê din ve jî girtîgeheke dîtir ku tê de girtiyên terorîst hene, îro bû hedef.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştrast dikin ku di parastina rewa de em karê xwe didomînin. Her wiha jî careke dîtir balê dikişînin ser ku şaneyên veşartî yên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê, wê bi faşîzma Tirk re dijminatiyê ji hundir ve pêk bînin da ku aramiya herêmê derbe bikin.
Em soza xwe careke din ji gel û şehîdên xwe re dubare dikin ku di rêya azadî, rûmet û parastina her bihostek xaka xwe ya pîroz de berdewam in û em ê niha jî li hember dijminatiya faşîst a dewleta Tirk parastina xwe ya rewa dikin."