Rojnamevanên li Serêkaniyê bang li hêzên navneteweyî kirin

Rojnamevanên li Serêkaniyê diyar kirin, ji ber bombardûmana hewayî û bejahî ya ji doh bi şev ve gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji ber liv û tevgera balafirên şer ew nikarin xwe bigihînin qadên ku sivîl lê hatine kuştin.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çar roj in didomin. Heta niha 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan sivîl jî birîndar bûne.

Êrîş bi giranî li deverên sivîlan tên kirin û her roj sivîl jiyana xwe ji dest didin. Rojnamevanên li Serêkaniyê diyar kirin ku ji ber êrîşên giran ew nikarin nûçeyan bişopînin û ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Rojnamevanan bang li hêzên navneteweyî kirin ku şer bidin rawestandin û gotin, "Şerê li Serêkaniyê bi 3-4 qatî ji yê roja destpêkê girantir e. Li hin qadên ku bombardûman lê hate kirin gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê ji ber liv û tevgera balafirên şer em nidikarin xwe bigihînin wan qadan ku sivîlan lê jiyana xwe ji dest dan.

Bi navê rojnamevanên li Serêkaniyê em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin, ku vî şerî tavilê bide rawestandin û nehêlin, ku sivîl bên qetilkirin."