Artêşa Tirk ji bo çeteyên DAÎŞ’ê birevin ketiye nava hewldanan
Berxwedana şervanên QSD’ê ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 9’ê Cotmehê hatibû destpêkirin dewam dike.
Berxwedana şervanên QSD’ê ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 9’ê Cotmehê hatibû destpêkirin dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn girtîgehên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne bombe dikin.
Artêşa Tirk heta niha bombe li derdorî girtîgehên Cerkîn û Navxure barandine.
Di nava agahiyên ji herêmê hatin ragihandin de dema ku artêşa Tirk derdorî girtîgehan bombe kirin çeteyên girtî jî ji bo birevin ketin nava hewldanan.
Hate ragihandin ku li girtîgeha Navxure 5 çeteyên DAÎŞ’ê reviyane.