Şehîd Ekrem Mihemed bi girseyî hate veşartin
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Ekrem Mihemed ku di encama topbarankirina dewleta Tirk a dagirker de şehid bû bi merasîmeke girseyî veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Ekrem Mihemed ku di encama topbarankirina dewleta Tirk a dagirker de şehid bû bi merasîmeke girseyî veşartin.
Dewleta Tirk a dagirker ji duh vê êrêşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di êrîşan de sivil yekem tên hedefgirtin. Yek ji wan sivilan Ekrem Mihemed li bajarê Qamislo bû qurbaniya êrişên dagirkeriyê.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamislo ji bo merasîma şehîd Ekrem Mihemed li Goristana Şehîd Delîl Saroxan amade bûn. Merasîm bi deqeyeke rêz girtin destpê kirin.
Paşê Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyît sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:"Şehîd nirxên herî bûha ne. Bi saya şehîdan me gelek serkeftin hatin bidestxisitin. Li dijî hemû komploya bi vîna şehîdan berxwedan geş dibe. Rûxme hemû top û tangên dewleta Tirk a dagirker li ser serê me em şehîdên xwe oxir dikin. Wan şehîdan hêz daye me ku em tu carî ji êrîşên Erdogan natirsin. Berxwedaniya me wê heya serkeftinê berdewam bike. Ev axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan tu carî bin nakevê."
Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso di şexsê şehîd Ekrem hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û got: "Ev ne cara yekeme hovîtiya dewleta Tirk li ser gelê herêmê tê meşandin. Li ser Efrînê 72 balafirên şer rakirin û rastî berxwedaniyek mezin hatin. Niha jî gelê herêmê biryara berxwedanê dane. Bi bedena xwe em bersiva teknîkê bidin. Dewleta Tirk cardin balafir û tang topên xwe seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîş dike. Em ne ew kurdên berê ne ku serê xwe ji dewleta Tirk re bitewînin. Em bi felsefeya Rebêr Apore hatine perwerdekirin. Erkê me ye ku li pişta şervanên xwe bisekinin.”
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Şêniyan bi dirûşmên"Bijî Berxwedana Gelan", "Şehîd Namirin", "Tolhildan Soza Me Ye’ cenazeyê şehîd veşartin.