Gabrîel: Me li Nisêbînê nedaye
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku îddîaya dewleta Tirk a ku digot QSD’ê li Nisêbînê daye derew e.
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku îddîaya dewleta Tirk a ku digot QSD’ê li Nisêbînê daye derew e.
Gabrîel diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên terorîst gelek kesên sivîl hatine qetilkirin û got ku “Dewleta Tirk dest bi derewan kiriye.
Di çarçoveya şerê qirkirinê de yê ku dewleta Tirk li dijî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya komên terorîst pêk tîne bi rêya topbarankirina hovane û bêserûber yên ku di encamê de bi dehan sivîl di nav de jin û zarok hatine qetilkirin. Tirkiyeyê derbasî qonaxa belavkirina derewan û propaxendeya nûçeyên ne rast bû. Dezgehên çapemeniya Tirkiyê bi bîr xistin ku obûs li bajarê Nisêbînê li ser sînor ketine û jêdara wan bajarê Qamişloyê ye.
Di heman demê de em bala raya giştî dikşînin axaftinên serokê istixbarata Tirkiyê yên 2014`an de dema got Tikriyê dikare hinek kes bişîne aliyê Sûriyê ji bo ku topan bavêjin aliyê Tirk. Ew jî wê hincetê bide Tirkiyê ji bo ku mudexele bike. Em dixwazin teqez bikin ku ev îdiayên Tirkiyê tenê hewldanek bedbîn e, ji bo ku komkujiyên li bajarê Qamişlo û tevahiya bajarên ser sînor pêktîne, veşêre.
Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo ku sivîlan ji azarên şer biparêze gelek fedekarî dane. Dijmin beriya dostan dibin şahidê ku QSD`ê ji mîna van kiryarên şermok dûr e. Ji aliyekî din ve dîroka artêşa Tirk a dagirker û yên pê re bi mîna van komkujî û sûcan dagirtiye”