HRE'yê li Efrîn û Şehbayê li dagirkeran dan

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên Efrîn û Şehbayê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete di 10'ê Cotmeha 2019'an de çalakiyên sabotajê kirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê, di êvara 10'ê Cotmehê de li gundê Meryemîn ê navçeya Şera ya Efrînê li dijî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin û 2 çete hatin kuştin.

Li gundê Jarez ê herêma Ezazê jî di 10'ê Cotmehê de li dijî çeteyekî berpirsyarê 'konseya ewlekariyê' ya qaşo polîsên eskerî yên artêşa Tirk a dagirker in çalakiyeke sabotajê hate kirin û di encamê de çete hate kuştin.

Di êvara 10'ê Cotmehê de li derdora gundên Til Medîq û Semûqayê li dijî baregehek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate kirin û di encamê de du leşkerên Tirk hatin kuştin û obusek arteşa Tirk hate îmhakirin.

Li gorî daxuyaniyê di heman demê de li derdora gundê Til Malid ê Mareyê jî li dijî baregehek leşkerî ya dagirkerên artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê hate kirin, lê encamên wê nehate tespîtkirin.