Dêrikê şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê spartin axê

Bi hezeran şêniyên Dêrikê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê spartin axê.

 Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyên şehîd Eyişe Abdullah (Agirî), Hacî Şîmşek (Agirî Adil), Seyfellah Dira (Zinar Kanî Reş), Salih Azka (Cahid) û Mihemed Ehmed (Şevger Tolhildan) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, wergirtin. Piştre bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve ketin rê.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Dîlber Yûsif axivî û sersaxî ji malbatên tevahî şehîdên azadiyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê re xwest.

Dîlber domdarî got: "Tevî QSD`ê ku li gorî biryara agirbestê tevdigere û mafê xwe yê parastina rewa di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de dide, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne li gorî biryarê tevdigerin. Êrîş û topbaran bi awayekî rojane li herêmên ewle têne kirin û sivîl têne hedefgirtin."

Dîlber got Emerîka, Rûsya û NATO`yê berpirsên kiryarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji guhertina demografîk, koçberkirina gelên herêmên bi darê zorê û bichkirina çeteyên li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirin, diqewimin.

Dîlber bang li tevahî rêxistinên mirovî, dewletên peywendîdar, Rûsya û Amerîkayê kir ku biryara agirbestê dan ku kiryarên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe rêxistinên terorîst ku operasyonên xwekuj li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, aktîf kir."

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û di nava tilîlî û dirûşman de radestî malbatên şehîdan hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdan spartin axê.