Li 3 navendan dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Li Til Berak, Amûdê û Til Hemîs ên girêdayî Kantona Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin protestokirin.

Li navçeyên Til Berak, Amûdê û Til Hemîs gel daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê protesto kirin.

TIL BIRAK

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birak ji bo şermezarkirina serdana Erdogan ji bo Washîngtonê meşek lidar xist a ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Di encama wê de bi sedan jin û zarok hatin qetilkirin û bi hezaran ji gund û bajaran neçarî koçberiyê bûn.

Her wiha şêniyên bajarokê El-Esbîx, El-Hemdî, Simîhan, gundewarên wê, rûspiyên eşîrên herêm, partiyên siyasî û hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li meşê bûn.

Di meşê de pankartên "Em ji xak û azadiya xwe venagerin", "QSD îradeya me ye", ala QSD`ê, ala Kongreya Star û wêneyên qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên ku pêk anîne, hatin hildan.

Meş ji çerxerêya firinê destpê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Ezîz a navenda bajarok ve çû. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk, silavkirina Berxwedana Rûmetê û berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Ezîz veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Kongreya Star Fayiza El-Ebîd, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Yasîn El-Elî, endamê Navenda Perwerdeyê Xelîl Mehmûd axivîn. Di axaftinan de dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku li dijî gelên herêmê pêk hatin, hatin şermezarkirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ji ber berjewendiyên Erdogan ên dagirkirinê bi hezaran şêniyên herêmê yên resen neçarî koçberiyê bûn û zarok, jin, siyasetmedar û bijîşk hatin qetilkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku dewletên Ewropayê di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li kêleka Erdogan disekinin. Ev yek bi rêya bêdengiya wan der barê sûc û lihevkirinên ku li ser hesabê 5 milyon welatiyên Sûriyê tên kirin. Di dawiyê de serdana Erdogan ji Washingtonê re hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku ew komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tîne û pêşwazîkirina Trump ji wî re şaşiyeke mezin e.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê li dijî civîna Erdogan bi Donald Trûmp re ku wê sibê pêk were, meşek lidar xist û diyar kir ku ev civîn komployeke nû li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Meş ji Qada Jina Azad a navçeyê destpê kir û ber bi Qada Şehîd Cîhad ve çû. Di meşê de ala QSD`ê û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkirina Tirkî DAIŞ`î re", "Na ji komployên navdewletî re" û wêneyên qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk hatin hildan.

Di meşê de bi navê meclîsa navçeya Amûdê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclîsê Selwa Hisên ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de komployên navdewletî yên li dijî gelê Sûriyê û bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku gelê herêmê hemû biryarên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikin û xizmeta dewletên din dike, red dikin.

Her wiha hat diyarkirin ku civîna ku wê sibe di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Emerîkayê Donald Trûmp ku sibe wê were lidarxistin, beşeke nû ji komploya navdewletî ye.

Di dawiyê de bang li tevahî gelan hat kirin ku li kêleka gelên herêmê li dijî dewleta Tirk a dagirker bisekinin û erka xwe ya mirovî, siyasî û leşkerî ji bo parastina herêmê ji komkujiyan, bisekinin.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîs şêniyên navçeyê bi meşekê ji Meclisa Ewlehiyê û NY`yê re wiha got: "Destê we di rijandina xwîna şêniyên me, zarok, kal û pîran û jinên me de heye. Bi bêdengiya we hûn rê didin Erdogan ku hîna sûcan pêk bîne."

Meş ji pêşiya meclisa navçeya Til Hemîs destpê kir, bi sedan şêniyên navçeyê û nûnerên eşîrên Ereb, endamên saziyên civaka sivîl û meclîsên 4 şaredariyan ên girêdayî navçeyê beşdar bûn, da ku êrîşa Tirkiyê û hevdîtina Erdogan û Trump şermezar bikin.

Xwepêşandêran pankartên bi zimanê Kurdî, Erebî û Latînî û alên QSD`ê hildan û teqez kirin ku QSD îradeya wan e, meş li qada şehîdan li navenda navçeyê rawestiya. Paşê gelek axaftin hatin kirin. Bi navê navçeyê Salih El-Xelef, bi navê PYD`ê endamê rêveberiyê Hiyal El-Xiwêr û bi navê Perwerde û Fêrkirinê mamoste Mihemed El-Salih axivîn.

Hevserokê meclîsa navçeya Til Hemîs ji Meclîsa Ewlehiyê û NY`yê re wiha got: "Destê we di rijandina xwîna şêniyên me ji zarok, kal û pîl û jinan de heye, bi bêdengiya we hun rê didin Erdogan ku hîna sûcan pêk bînin û QSD`ê rêya berxwedanê hilbijartiye."

Her wiha endamê rêveberiya PYD`ê Hiyal El-Xiwêr axivî û wiha got: "QSD`ê dikaribû rêxistina terorîst têk bibe, piştî têkbirina wê Erdogan berê xwe da herêmên me yên bi ewle, da ku istîqrara wê têk bibe."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedan QSD`ê bi dawî bû.