Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi sedan welatiyên Şehba û Efrîn ên li gund û navçeyên Şehba bi cih bûne, bi meşeke giseyî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şemezarkirin.
Bi sedan welatiyên Şehba û Efrîn ên li gund û navçeyên Şehba bi cih bûne, bi meşeke giseyî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şemezarkirin.
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê ji destpêka gundê Babinisê heta dawiya gund meşek girseyî lidar xistin.
Gel bi pankartên bi nivîsên "Efrîn birîndar e, ji binpêkirinên Tirkiyê re êdî bes e’, ‘Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye, parastinê wê bike" hilgirtin.
Meş ber bi kolanên sereke yên navçeyê ve çû û dirûşmên "Bijî Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê" berz kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo ruhê cangoriyên azadiyê hate girtin û şûnde li ser navê maclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebodo û bi navê rêveberiya Kongra Star Fikret Ebdo Elo axivîn.
Di axaftinan de bal kişand ser têkoşîna gele Kurd a ji heft kesan pêk hatî û got: “Îro berxwedana me di dile civaka navneteweyî de gihaye bi milyonan. Her roja diçe ev berxwedan mezintir û xurtir dibe.”
Di dewama meşe de li ser navê Meclîsa Babinsê daxuyanî ji aliye komîteya civaka demokratik Henîfe Îbrahîm û Rojbîn Coma ve hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em gelên herêma Efrînê û koçberên herêma Şehbayê êrîşên artêşa Tirk li dijî gelên Rojava û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî zarok û şêniyên bi aramî dijîn, şermezar dikin. Ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha dewleta Tirk terorîstan perwerde dike û piştgirtiya wan dike.”