Li Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê yên di bersivdana êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, li Gorsitana Şehîd Dîcle bi merasîmekê spartin axê.

Girseya gel a bajarê Kobanê tevlî merasîma cenazeyê 5 şehîdên ji şervanên QSD`ê û YPJ`ê Botan Remedan (Têkoşer Rojava), Esmer Hemo (Peyman Kobanê), Bêrîvan Mistefa (Hesret Kobanê), Zeyneb Kecar (Rewan Çinar) û Ehmed Ebdulrehman (Rodîê Reqa) yên ku di nava Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre jî cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Firatê Hesen El-Şêx û endama Rêveber a Kongra Star Letîfe Silêman axivîn û ji malbatên şehîdan re sersaxî û aramî xwestin.

Di axaftinan de rola şehîdan bilind hate nirxandin û hat gotin ku şehîd, şehîdên netewa Demokratî, şeref û rûmetênin. Ji bo parastina gelê xwe li dijî artêşa dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê şehîd bûn, da ku rê nedin xaka Sûriyê were dagirkirin.

Malbatên şehîdan jî soza şopandina rêya şehîdan û bicihanîna hesretên wan.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Herî dawî djî cenazeye şehîdan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.