Şehîd Hesen li Tebqayê veşartin

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El- Ehmed ê dema li ser erka xwe bû şehîd ket, li Tebqayê bi merasîmekê veşartin.

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên herêma Tebqayê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatia Hevserokê Meclîsa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El-Ehmed li Goristana Şehîdên Tebqayê hate veşartin.

Şêniyan piştî ku cenaze ji nexweşxaneya Wetanî wergirtin bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkeri ve destpê kir.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, bi keda şehîdan wê xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El-Nûsrayê werin rizgarkirin.

Endama Rêveber a Komîteya Parastinê ya Tebqyê Semer Dawûd anî ziman li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêwîst bi hevgirtin û berxwedaneke mezin heye. QSD‘ê bi hezaran şehîd dan, ji bo tinekirina terorê wê hîna jî şehîdan bide.

Piştî axaftinana Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Hesen El-Ehmed xwend û radestî malbatê kir. Her wiha nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr ê ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bûbû jî hate eşkerekirin.

Cenazeyê şehîd Hesen El-Ehmed kirin piştre di nava dirûşmeyên "Şehîd Namirin" veşartin.