Dagirker êrişeke giran dibin ser gundên Til Temirê

Hêzên dagirker ên Tirk bombeyan li gundên Reyhaniye û Menax ên Til Temirê dibarînin. Li gelek deveran şer diqewime.

Êrişa bi hawan û topan li gorî dema herêmê saet di 11:30 de dest pê kir. Gundên Menax û Reyhaniye bûn hedefa bombardûmanê.

LI DU GUNDIKAN ŞEREKÎ GIRAN DIQEWIME

Di heman demê de li gundikên Dirbo û Kinebirê yên Til Temirê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiv dan êrişên dagirkeran û di navbera wan û Tirk ên dagirker de şer qewimî. Hate ragihandin ku şerekî dijwar diqewime.

Her wiha di saetên sibehê de gelek gund bûn hedef. Li gorî dema herêmê saet di 10:30'î de gundên Qasimiyê, Reyhaniyê, Reşîdiyê û Azîziyê bûn hedefa obus û hawanan. Heman gund Duşemê bûn hedefa bombardûmanê.

Tê gotin ku li gundê Qasimiye şervanên QSD'ê bersiv dan êrişan û li herêmê şerekî giran qewimî.

DAGIRKERÎ, SÛCÊN ŞER, SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên çete yên DAÎŞ û El Nûsrayê ji 9'ê Cotmehê ve ji bo dagirkirinê êriş dike. Di çarçoveya peymanên bi DYE û Rûsyayê re hatin kirin, gelek herêm dagir kir û ji ber vê yekê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sed hezaran mirov jî neçar man ku warê xwe biterikînin. Li gorî raporên gelek rêxistinên navneteweyî înfazên komî jî di nav de sûcên giran ên şer hatin kirin. Rêveberiya Xweser destnîşan dike ku çekên qedexekirî yên mîna fosfor jî hatine bikaranîn.

DI NAVA 25 ROJAN DE NÊZÎ 200 CARÎ ÊRIŞ BIRIN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Duşemê bîlançoyek weşand û diyar kir ku di nava 25 rojan de dewleta Tirk 200 carî êriş biriye ser herêmê. Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku ji 17'ê Cotmehê dema ragihandina agirbestê ya navbera DYE û Tirkiyeyê herî kêm 190 carî agirbest ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye binpêkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êrişên dema agirbestê de 182 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan û 243 jî birîndar bûn.