Şêniyên Kobanê careke din kevir li dagirkeran barandin

Şêniyên Kobanê kevir li konvoya hevpar a Rûs û dewleta Tirk a dagirker barandin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûs sibeha Sêşemê ji gundê Maris Mîle yê Kobanê ber bi herêma rojhilatê bajêr ve dest bi tûrên dewriyeya hevpar kirin.

Şêniyên Kobanê ku ji dîtina leşkerên Tirk ên dagirker aciz in kevir li wesayitên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker barandin.

Di 11'ê Mijdarê Duşemê de jî kevir li dagirkeran hatibû barandin. Li rojavayê Dirbêsiyê konvoya leşkerî ya her du hêzan bû sedema nerazîbûna gel. Şêniyên herêmê li her devera ku konvoy dîtin kevir li wan barandin.

Di 8'ê Mijdarê de dema ku dewriyeya hevpar a Tirk-Rûs li Girkê Legê û Dêrikê yên Kantona Qamişloyê pêk dihat, şêniyên herêmê li ber rabû bûn. Di dema nerazîbûna gel de hêzên Tirk ên dagirker Serxwebûn Elî yê sivîl qetil kiribûn. Her wiha 5 sivîl jî birîndar kiribûn.

Di 5'ê Mijdarê de dewriyeya hevpar a ji 7 wesayitên leşkerî yên Rûs û 7 wesayitên leşkerî yên Tirk pêk dihat, li gundên Kobanê jî bû hedefa kevirên şêniyên herêmê.