Cenazeyê Hena Bidyon ê çeteyan qetilkir spartin axê

Cenazeyê bavê Keşeyê Katolîk ê Qamişlo Hosip Bidoyan Hena Bidoyan ên duh ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin, spartin axê.

Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê duh keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî Hena Bidyon dema ku ji bajarê Qamişlo diçûn Dêra Zorê da ku serpereştiya avakirina dêra li wir bikin, kuştin.

Şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên wê li pêşiya erkaniya katolîk a Ermen a Cizîrê û Firatê kom bûn da ku cenazeyê Hena Bidoyan wergirin. Li dêrê, merasîma oxirkirinê ji aliyê oldarên Xiristiyan ve pêk hat.

Piştî merasîma olî bi dawî bû, şêniyan cenazyê Hena Bidoyan li ser milê xwe kirin û ber bi erkaniya katolîk a Ermen a Cizîrê û Firatê bi karwanekî bi ber goristana şehîdan a Xiristiyanan ve ketin rê.

Li goristana şehîdan a xiristiyanan li taxa Siyahî ya Qamişlo, tîma muzîkê ya Suryan muzîkek pêşan da. Cenazeyê bavê keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo, Hena Bidoyan li goristana şehîdan a Suryanan spartin axê.

Her wiha merasîma oxirkirina cenazeyê keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan ji bo sibê hate taloqkirin.