Biryara hepsa malê dane rojnamevan Ozlem Gurses
Rojnamevan Ozlem Gurses a ku ji ber weşana xwe ya li ser YouTubê hatibû binçavkirin, biryara hepsa malê danê.
Rojnamevan Ozlem Gurses a ku ji ber weşana xwe ya li ser YouTubê hatibû binçavkirin, biryara hepsa malê danê.
Rojnamevan Ozlem Gurses a ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin de hatibê binçavkirin, biryara hepsa malê danê.
Ozlem Gursel ji ber gotinên di qanala xwe ya YouTubê ya TV OZ de, “Wek ku hûn jî dibînin, pêkhateya DAIŞ'ê, yanî pêkhateya TSK-SMO, li herêmên ku Kurd lê hene, destkeftiyên biçûk bi dest xistine" li Enqereyê hatibû binçavkirin. Ozlem Gurses a ku anîn Stenbolê piştî îfadeya wê ya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hate kirin. Dadgehê der barê Gurses de biryara hepsa malê da.