Serokkomarê Kolombiyayê: Dewleta Tirk rojnamegeran qetil dike

Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro bertek nîşanê qetilkirina 2 rojnamegerên Kurd û got: “Ber bi komkujiyeke nû ve diçin, qirkirina gelê Kurd. Em bangawaziya xwedîlêderketina gelê Kurd dikin.”

Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro şi ser hesabê xwe yê X’ê peyama Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê (CFWIJ) ya derbarê qetilkirina 2 rojnamegerên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve parve kir û got: 

“Îro li Sûriyeyê 2 rojnamegerên azad ên Kurd hatin kuştin. 

Ez bangî serokdewletên Rûsî, Îranî, Tirk, Îsraîlî û Amerîkayê dikim ku rê li ber parçebûna Sûriyeyê bigirin. 

Ber bi qirkirineke nû ve diçin. Qirkirina li ser gelê Kurd. Qirkirina gelê Fîlistînê têrê nekir. 

Divê Sûriye, wek komareke li ser bingeha pirnetewetiyê û xweseriya kûr a vê pirnetewetiyê hebûna xwe bidomîne.

Madem ji bo welatên cîhanê daxwaza hilbijartinên azad tê kirin, bihêlin bila ev yek li Sûriyeyê pêk were. Mafê gelê Sûriyeyê heye ku biryara pêşeroja xwe bide. Loma divê ji bo hilbijartinên azad destûr bê dayîn ku gelê Sûriyeyê bi xwe pêşeroja xwe diyar bike. 

Wekî me di dîrokê da kirî, em ji Kolombiyaya dûrî Rojhilata Navîn bangî hemû gel û dewletên cîhanê dikin ku gelê Kurd ê li Sûriyeyê biparêzin û piştgiriya wan bikin; vî gelî bi jinên xwe yên çekdar û demokrasiya xwe karî dewleta Îslamîst a radîkal û faşîzma binecih têk bibe.”

X'te Gustavo Petro: "En la actual Siria, una periodista libre kurda ha sido asesinada. Solicito a los jefes de estado ruso, iraní, turco, israelí y estadounidense frenar la repartición de Siria. Van hacia un nuevo genocidio. El genocidio del pueblo kurdo. No bastó el genocidio del pueblo" / X