ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê Huseyîn Yilmaz ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û komkujiyên ku li dijî sivîlan dike, ji her demê bêhtir metirsîdar bûye. Yilmaz anî ziman ku qetilkirina rojnamevan Nazim Daştaş û Cîhan Bîlgîn ji ber aciziya ragihandina heqîqeta li Rojava ya ji bo raya giştî ya cîhanê bû.
Yİlmaz diyar kir ku qetilkirina herdu rojnamevanan sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "SÎHA'yên dewleta Tirk êrîş birin ser hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û ew şehîd xistin. Ev mirov bêçek bûn. Di destê wan de tenê kamera û pênûs hebûn û ji bo rastgiriyê bigihînin raya giştî têdikoşiyan. Rastî dianîn ziman û bi navê mirovahiyê wezîfeya xwe dikirin. Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Qetilkirina van herdu rojnamevanan peyamek ji bo her kesî ye yên ku rastiyê tînin ziman. Yên ku rastiyê li Rojava dinivîsînin bi êrîşên bi rêk û pêk ên dewleta Tirk dibin hedef. Ev yek êrîşa li dijî kesan tenê nîne, komkujiya li hmberî rastiyê û mirovahiyê ye. Ev yek sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi tundî şermezar dikim."
Yilmaz anî ziman ku li Rojava têkoşîneke man û nemanê tê meşandin, gefên dewleta Tirk ên li ser destketiyên Kurdan gihîştine asteke cidî û got, "Gelê Kurd di vê dema dîrokî de ji bo man û nemanê têdikoşe. Berxwedana li Rojava ne tenê ya gelê Kurd e, ji bo tevahiya mirovahiyê bûye hêvî. Lê belê berdêla vê têkoşînê gelekî giran e. Li Rojava heta niha 15 hezar şehîd hatine dayin, zêdeyî 25 hezar gazî hene. Ev têkoşîn bi ked û fedakariya hevpar a çar parçeyên Kurdistanê hate meşandin.
ÊRÎŞ LI SER MODELA AŞTÎ Û AZADIYÊ TÊ KIRIN
Dewleta Tirk êrîşê dibe ser destketî û îradeya gelê Kurd, êrîşî hêviya demokratîk a li Rojhilata Navîn dike. Êrîş ne tenê li ser Rojava ye, êrîş dijî hemû dînamîkên gelê Kurd, li hemberî modela aştî û azadiyê ye ku pêşkêşî tevahiya mirovahiyê hatiye kirin. Armanc ew e ku nirxên gelê Kurd hîn beriya biafirin, tine bikin. Şerê tevgera azadiyê ya Kurd ne tenê ji bo nasnameya Kurd an jî Kurdistanê ye. Ev têkoşîn ji bo rûmet, jiyan û azadiya her kesên li wê derê ye. Kurd modeleke jiyanê datînin holê ku ji tevahiya mirovahiyê re dikare bibe mînak. Di vê demê de êrîşên giran li Kurdan tê kirin, zarok, jin û ciwan têne qetilkirin.
Gelê me, ji kîjan îdeolojî, bawerî yan jî fikrê siyasî dibe bila bibe, yekane tiştak ku divê em îro bikin, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Dijminên Kurdan ji bo tinekirina destketiyên me bûne yek. Li ezmanan hêlîna çûkeke Kurdan jî hebe, vî dijminî sond xwariye ku wê hêlînê jî tine bike. Partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û hemû rêxistinên ku gelê Kurd temsîl dikin; dem ew dem e ku cihêrengiya xwe bidin aliyekî û li dora Rojava bibin yek. Kurdê li Ewropa, Rojhilata Navîn an jî devereke din a cîhanê, di vê dema krîtîk de ji bo piştgiriya bi Rojava re divê bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigerin.
Windahiya li Rojava wê bê wateya tinebûna destketiyên sed salî yên gelê me. Helwesta ku îro bê nîşandan wê paşeroja gelê Kurd diyar bike. Temaşekirina bi bêdengî ya li polîtîkayên tarîtiyê yên li dijî gelê me têne meşandin, tê wateya hevkariya li vî sûcî. Divê em bi hev re, bi karên siyasî û dîplomatîk bikevin nava liv û tevgerê û dengê xwe bilind bikin. Yekîtiya Kurdan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahiya mirovahiyê çavkaniya hêviyê ya li Rojhilata Navîn e. Eger em nikaribin vê yekîtiyê û piştevaiyê ava bikin, dibe ku em bi windahiyên hîn mezin re rû bi rû bimînin."