Dayîkên Şemiyê ji bo Îsmaîl Bahçecî edalet xwestin

Dayîkên Şemiyê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 30 sal berê di binçavan de hatibû windakirin pirsîn û edalet xwestin.

DAYÎKÊN ŞEMIYÊ

Dayîkên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo faîl bên darizandin cara 1030'emîn çalakiya xwe li Meydana Galatasarayê kirin.

Xizmê windayan û parazvanên mafê mirovan bi wêne û qerenfîlan li meydanê hatin gel hev.

Dayîkên Şemiyê vê heftê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 30 sal berê hatibû windakirin, pirsîn.

Masîde Ocak a xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hatibû windakirin, daxuyanî xwend.

Dayîkên Şemiyê bi gotina, "qerenfîlên me ji bo rojnamevan Îsmaîl Bahçecî û ji bo tevahî rojnamevanan e" qerenfîlên xwe danîn meydanê.