Rojnamevan Ozlem Gurses hate binçavkirin

Rojnamevan Ozlem Gurses ji ber gotinên wê yên der barê artêşa Tirk de hat binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê rojnamevan Ozlem Gurses a ku hedef hate nîşandan lêpirsîn da destpêkirin. Hate ragihandin ku rojnamevan Ozlem Gurses ji ber di weşana YouTube de got, "Wek ku hûn jî dibînin, pêkhateya DAIŞ'ê, yanî pêkhateya TSK-SMO, dema li herêmên Kurdan destketiyên biçûk bi dest xistine" lêpirsîn hate destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê daxuyand ku Ozlem Gurses bi gotinên bi kar aniye, “TSK’ê dişibîne rêxistina terorê û weke ku bi rêxistinên terorê yên êşkence û komkujiyan dikin re tevdigere, hedef nîşan daye.”