FEDA: Em ê rê nedin komkujî û qirkirinên nû

Federasyona Demokratîk a Elewiyan, ji ber salvegera komkujiyan daxuyaniyek weşand û got, "Em ê rê nedin komkujî û qirkirinên nû."

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), bi wesîleya salvegera komkujiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk tinekirina Elewiyên Kurd plan kiriye û li Mereşê komkujî organîze kiriye. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "Bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan mal û kargeh hatin şewitandin û xerakirin û bi deh hezaran mirov bi zorê hatin koçberkirin."

FEDA’yê, destnîşan kir ku heman zîhniyeta qetlîamker di 19'ê Kanûna 2000'an de li girtîgehan 30 girtî û di 19’ê Kanûna 2011’an de li Roboskî zarok jî di nav de 34 gundî qetil kirin.

FEDA’yê, bibîr xist ku êrîşên qirkirinê didomin û diyar kir ku li Sûriye û Rojava Kurd û Elewî tên hedef girtin.

FEDA’yê got, “Hewl tê dayîn qirkirina Kurd û Elewiyan dewam bikin. Em ê rê nedin komkujî û qirkirinên nû. Tiştê tê xwestin em li dora Rojava bibin yek û weke çavên xwe biparêz in.”