CPJ: Li ser wesayîta rojnamevanan nivîsa 'çapemenî' hebû
CPJ'ê daxuyand ku li ser wesayîta rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin, nivîsa "çapemenî" hatibû nivîsandin û got, "Divê berpirsyar hesab bidin."
CPJ'ê daxuyand ku li ser wesayîta rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin, nivîsa "çapemenî" hatibû nivîsandin û got, "Divê berpirsyar hesab bidin."
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di êrîşa balafirên bêmirov ên Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
CPJ'ê diyar kir ku ji ber rojnamevanên ji hêla dewleta Tirk ve hatin bi fikar in û cih da daxuyaniya Dîrektorê Komîteya Parastin û Ragihandinê Gypsy Guillén Kaiser a ku li New Yorkê daye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rojnamevan sivîl in û divê her tim bên parastin. Em bang li rayedarên parastinê yên Tirkiyeyê dikin ku der barê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Sûriyeyê hatin qetilkirin lêkolîneke berfireh bikin. Berpirsyar mecbûrin hesab bidin.”
Di daxuyaniya ku der barê êrîş û rojnamevanan de agahî hatin hatin dayîn. CPJ'ê bi rêveberê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Ekrem Bereket re têkilî danî û Bereket diyar kir ku wesayîta ku rojnamevan tê de bûn “çapamenî” nivîsandiye, lê tevî vê jî êrîşî wesayîtê kirin.
Di daxuyaniyê de wiha cih da axaftina Bereket: “Civaka navneteweyî li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên bi balafirên bêmirov ên li herêma me dikin, bêdeng e. Divê saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û civaka cîhanî ji bo rawestandina êrîşên li ser rojnamevanan demildest tpkevin nava liv û tevgerê. Bêdengî metirsiyên li ser rojnamevanên herêmê zêdetir dike."
CPJ’ê ragihand ku li ser e-mailê ji Nûnertiya Daîmî ya Tirkiyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) îzahat xwestine, lê ti bersiv nehatiye dayîn û daxuyand ku wan rêyeke ku karibin xwe bigihînin Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê nedîtine.