Senatorê Komarparêz Lîndsey Graham ku nûnertiya eyaleta Carolîna Başûr dike û Senatorê Demokrat Chrîs Van Hollen ku nûnerê eyaleta Maryland e, êvara Înê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ji bo çareseriya aştiyane ya li Sûriyeyê bi hêvî ne.
Li gorî daxuyaniya hevpar a her du senatoran, pêşnûme qanûn bi navê 'Qanûna Têkoşîna li dijî Êrîşên Tirkiyeyê ya 2024’an’ tê binavkirin.
Senatoran, destnîşan kirin ku divê DYE’ê rêyên dîplomatîk li hemberî Tirkiyeyê bikar bîne û "Ji bo li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de bi taybetî bajarê Kobanê agirbestek domdar pêk bîne û avakirina herêmeke bêçek, xebat bimeşîne."
Graham û Van Hollen, dan xuyakirin ku ev pêşnûmeya ku wan pêşkêş kiriye bi armanca pêşîgirtina êrîşên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji aliyê Tirkiyeyê an jî komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev êrîş xeteriya ji nû ve zindîbûna DAÎŞ'ê bi xwe re tînin û gefê li berjewendiyên ewlekariya neteweyî yên DYE’yê û welatên din dixwin.
Di 18'ê Kanûnê de her du senatoran ragihandin ku eger Enqere pêşniyara DYE’yê ya agirbestê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re qebûl neke û pêşniyara Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ji bo herêma bêçek qebûl neke, wê li dijî Tirkiyeyê ceza bên pêkanîn.