Li Panosê êşkence li jinên girtî hate kirin

Hat zanîn ku gardiyanan bi ser qawîşên jinên girtî yên li Girtîgeha Panosê de girtin û êşkence li wan kir.

ÊŞKENCE LI GIRTIYAN HATE KIRIN

Hat zanîn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê ya li Agiriyê nêzî 50 gardiyanan bi ser qawîşan de girtine û êşkence li jinên girtî kirine. Ji girtiyan Hêlîn Ozdemîr 19’ê Kanûna roja Pêncşemê bi telefonê bi malbata xwe re axivî û êrîşa li dijî wan hatî kirin, ragihand.

Hêlîn Ozdemîr anî ziman ku roja Çarşemê mêr jî di nav de nêzî 50 gardiyanan bi ser qawîşan de girtin û ev agahî dan:

“Gardiyanan bi ser qawîşên me de girtin. Li qawîşê piştî ku mudaxileyên fîzîkî li me kirin, piştre destên me hatin kelemçekirin û em avêtin hucreyê. Bi tundiya fîzîkî re, heqaret jî li me kirin. Em li dijî vê binpêkirinê, daxwaz dikin ku saziyeke serbixwe li girtîgehê lêkolînê bike. Em dixwazin ku raya giştî bikeve nava liv û tevgerê.”