ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bêne şopandin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê Huseyîn Yilmaz qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got, "Ev yek komkujiyek li dijî heqîqet û mirovahiyê ye."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parlamenterê berê yê YNK'ê û endamê KNK'ê Muhsîn Osman destketiyên li Rojava û êrîşên dagirkeriyê nirxand û got, gelê Kurd di demeke dîrokî de ye, lewma hêzên Kurd divê bibin yek.