BI DÎMEN

Sekreterê Giştî yê IFJ'ê: Rojnamevan rasterast hedef hatin girtin, divê hesab bê pirsîn!

Sekreterê Giştî yê IFJ'ê Anthony Bellanger, diyar kir ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn rasterast hedef hatine girtin û hatine qetilkirin û xwest ku bûyer bê lêkolînkirin û berpirs bên darizandin.

ANTONY BELLANGER

Ji ber rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, nerazîbûn her ku diçe mezin dibe. Sekreterê Giştî yê Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî ya ku xwedî 600 hezar endaman e, Anthony Bellanger derbarê qetilkirina rojnamevanan de ji ANF'ê re axivî.

‘DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN’

Sekreterê Giştî Bellanger, anî ziman ku weke Federasyonê ew ji ber qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şoq bûne û got, "Di serî de ez van hempîşeyên xwe bibîr tînim û ji malbatên wan û hemû rojnamevanên li herêmê dixebitin re sersaxiyê dixwazim. Em weke federasyona Navneteweyî vê êrîşa li dijî hempîşeyên me şermezar dikin û dibêjin divê tavilê ji êrîşkaran hesab bê pirsîn. Bi taybetî, divê hikûmeta nû li Sûriyê lêkolîneke serbixwe li ser van her du kuştinan bike; Em bang li dadgehan dikin ku divê faîlên van sûcan bên dîtin û cezayê wan bên birîn. Weke Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî wezîfeyeke me ya wisa heye ku em edaletê ji wan re pêk bînin."

‘EM Ê WAN BI TENÊ NEHÊLIN’

Sekreterê Giştî, destnîşan kir ku weke IFJ’ê ji bo adelet pêk were dê têkoşîn bikin û wiha domand, “Eger Tirkiye an jî Sûriye lêpirsînê nede destpêkirin, ev yek wê bibe binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Ji vê hêlê ve ev welat dikarin werin cezakirin û bi taybetî ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve werin ceza kirin. Girîng e were bibîrxistin ku rojnamevan weke sivîlan ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tên parastin. Di vê çarçoveyê de divê rojnamevan mîna sivîlên din bên parastin. Di vê mijarê de IFJ’ê bi biryar e. Em ê malbatên hempîşeyên xwe yên jiyana xwe ji dest dane ti carî bi tenê nehêlin û ji bo edalet bi cih were, em ê bikevin nava hewldanê."