ROJEVA 21’Ê KANÛNA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, “Di serî de Kurd zextên li ser gelên mezlûm, bindestan her ku diçe zêde dibin. Dibe ku di pêvajoya pêşiya me de şer hîn tundtir bibe û belav bibe.”
-Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger anî ziman ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn rasterast hatin hedefgirtin û qetilkirin û bang kir ku bûyer bê lêpirsînkirin û berpirsyar derkevin pêşberî edaletê.
-Rojnamevan Emrullah Acar diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn derbikevin.
- Fermandarê Eniya Bendava Tişrînê Serxwebûn Kobanê diyar kir ku şervanên YPG-YPJ’ê li Bendava Tişrînê berxwedanek bê hempa raber dikin û eşkere kir ku îdiayên dewleta Tirk li ser girtina Bendava Tişrînê ne rast in û heta yek şervan di Bendava Tişrînê de hebe wê her li ber xwe bidin.
- Şervan Baz ê li Bendava Tişrînê li ber xwe dide, destnîşan kir ku ew bi îrade û têkoşînê li dijî hemû êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û derbeyên giran li çeteyan dixin.
-Koma ji Cenevreyê di hefteya 652’yan de Nobeta Azadiyê dewr girt. Ji çalakvanan Nurettîn Tûrgût bang li dagirkeran kir û got, “Em ê nehêlin hûn destkeftiyên ku bi keda 45 salan li Rojava hatîn bidestxistin, tune bikin.”
-Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Tirkiye û Kurdistanê, wê bên şopandin.