T24 û Seyhan Avşar ketin ber lêpirsîna 'Daştan' û 'Bîlgîn'

Nûçeya 'Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Sûriyeyê hatin kuştin' a T24 û parvekirina rojnamevan Seyhan Avşar a li ser medya dîjîtal ketin ber lêpirsînê.

Têkildarî nûçeya bi sernavê 'Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Sûriyeyê hatin kuştin' a li T24 hate weşandin û parvekirina li ser medya dîjîtal a derhênera weşana giştî ya Gerçek Gundemê rojnamevan Seyhan Avşar, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' û 'belavkirina agahiyên şaş li nava gel' lêpirsîn da destpêkirin.

Seyhan Avşar di parvekirina xwe ya li medya dîjîtal de gotibû, "...Ji bo mirov mafên mirovan biparêze, gelo pêwîst e ku bi me re heman nêrînê parve bike, bi heman rêbaza me rojnamevaniyê bike? Em li gorî çi û li gorî kê 'terorîst in'? Em çi zû wan gotinan qebûl dikin, ku hinekan ji xwe nabînin. Ma nêrîna me û ya Sînan Ateş yek e ku em xwedî li wî derdikevin? Yan jî, dema ku rojnamevanek ku nêrîna me û wê/î qet naşibe hev, dema ku hate kuştin em ê çi bikin? Em ê bêdeng bimînin? Gelo feraseta me ya edaletê, baweriya me ya heqîqetê li gorî cih û sekna mirovan wê bê guhertin? Heyf e ji me hemûyan re heyf e... Doh du rojnamevanên li vê xakê ji dayik bûn û mezin bûn bi SÎHA'yan hatin qetilkirin. Dema ku ew hatin qetilkirin em bêdeng man, her ku em bêdeng man em biçûk bûn..."