Sînîrlîoglû hevdîtinên xwe yên li Başûr dewam dike

Musteşarê Wezareta Karên Derve ya Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû piştî hevdîtina duh a bi Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro jî bi YNK'ê re hevdîtin kir.

Musteşarê Wezareta Karên Derve ya Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû bi Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê herêmê Nêçirvan Barzanî re hevdîtineke surprîz pêk anî bû. Sînîrlîoglû piştî hevdîtina bi her du Barzaniyan re bi Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Fereç re jî hevdîtinek kir.

Ferîdûn Sînîrlîoglû piştî hevdîtinên duh îro saet di 12:30 de li polîtburo ya YNK'ê hevdîtinek pêk anî. Sînîrlîoglû ji aliyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl, endamên polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar û Kadîr Hemecan ve hat pêşwazîkirin.

Der barê naveroka hevdîtinê de endamê polîtburo ya YNK'ê Kadîr Hemecan daxuyaniyek da û anî ziman ku wan nêrînên xwe yên li ser êrîşên li hemberî herêma Kurdistanê ragihandine û xwestin ku bomberdûman tavilê bê sekinandin û alî li dora maseya çareseriyê vegerin.

Li gorî agahiyên Ferîdûn Sînîrlîoglû wê di çarçoveya danûstandinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de saet di 15:00 de bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mûstafa re hevdîtinê bike.

Ev hevdîtin û danûstandinên Sînîrlîoglû li Başûrê Kurdistanê weke hewldanên li lêgerîna destekeke zêde a ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li dijî PKK'ê, hat şîrovekirin.