Endama NCDK Ede û bavê wê di qeza trafîkê de jiyana xwe ji dest dan
Di qezayeke trafîkê ya li Dîlokê de endama Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê Elîf Ede û bavê wê Alî Ede jiyana xwe ji dest dan.
Di qezayeke trafîkê ya li Dîlokê de endama Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê Elîf Ede û bavê wê Alî Ede jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber lihevketina wesayîteke biçûk a tîcarî û mînîbusekê de, endama Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê (NCDK) Elî Ede û bavê wê Alî Ede jiyana xwe ji dest dan. Di qezayê ajokarê wesayîtê jî jiyana xwe ji dest da, du kes bi giranî birîndar bûn.
Ji bo Elîf Ede û bavê wê Alî Ede, malbat û dostên wan îro li mala cem a li navenda Pazarcixê serdanên sersaxiyê qebûl dikin. Sibe wê li Pazarcixê merasîma cenaze were lidarxistin.
Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyeke nivîskî ji malbatê û xizmên wan re sersaxî xwest.