HDP: Bila Meclîs pereyên Erdogan xerc dike lêkolîn bike
HDP'ê ji bo aşkerakirina pereyên ji aliyê Serokkomariyê ve tên xerckirin xwest Meclîs lêkolînê bide destpêkirin.

Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, ji bo mafê budçeya sergirtî ya Serokkomarê lêkolîn bike bê li gorî qanûnan e yan na, xwestin Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.
'DIVÊ RÊJEYA VAN XERCKIRINAN BÊ RONÎKIRIN'
Di pêşniyara lêkolînê de Bûldan û Balûken gotin, "Ji ber ku budçeya salane ya ji Serokkomariyê re hatiye veqetandin 3 mîlyar TL ye û di vê der barê re raya giştî nayê agahdarkirin, xuyaye ku aliyekî vê budçeya sergirtî ya nayê qebûlkirin heye. Mecbûrî ye ku îdîayên dibêjin ev budçe hem ji bo polîtîka derve hem ji bo destwerdana li Sûriyeyê hem jî ji bo avakirina rêxistina ciwanan a ser bi Serokkomariyê tê bi karanîn, werin lêkolînkirin."