Polîsên Tirk ji bo ciwan bimire bi birîndarî li erdê hiştin

Li Cizîrê polîsan duh bi şev gule li 4 kesên ji wesayîtekê daketin û reviyan reşandin. Ji 2 kesên ji ber êrîşa polîsan birîndar bûn Hasan Nere yê 17 salî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnex Cizîrê duh bi şev, wesayîteke sivîl a li kolana Kobanê di rê de bû, ji aliyê polîsan e bi maşînên zirxî yên bi tîpa akrep pêşî lê hat birîn. 4 kesên ji wesayîtê daketin ber bi taxa Cûdî ve reviyan, lê belê di vê kêliyê polîsên Tirk gule li welatiyanr eşandin. Di vê gulereşandinê de 2 kes birîndar bûn û li cihê bûyerê ketin erdê. Her du kesên din ji cihê bûyerê reviyan.

Li gorî vegotinên şahidên bûyerê, polîsan ciwanê li erdê bi birîndarî dirêjkirî, deng û lingên wî girêdan û bi qasî nîv saetê li erdê hiştin.

Welatiyên nerazîbûn nîşan dan ku bang li ambûlansê nayê kirin, bi polîsan re nîqaş kirin. Li ser vê yekê polîsan çek li gel kişandin û her kes ji cihê bûyerê derxistin.

Ciwanê bi navê Hasan Nere yê 17 salî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku ciwanê bi navê Resûl Ozdemîr jî birîndar bûye û polîsan dor li nexweşxaneya Cizîrê girtine.