Polîtîkayên şer ên AKP'ê li Marsîlya û Madrîdê hatin protestokirin

Li bajarê Fransa Marsîla û paytexta Spanya Madrîdê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi girseyî hatin protestokirin.

Li bajarê Fransa Marsîla û paytexta Spanya Madrîdê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi girseyî hatin protestokirin.

MARSÎLYA

Meşa bi tevlîbûna xurt a jinan û komên Fransayê, saet di 15:00 de li meydana La Canebîere destpê kir. Piştî meşa du saetan Kurdistanî gihaştin semta Pardo ku Konsolosxaneya Tirk lê ye û dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Di çalakiya ku li ser tecrîdê û êrîşên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) Mûrat Ceylan peyivî. Ceylan got, "Di serî de gelê me yê li Marsîlyayê dijî, divê tevahiya gelê me yê li Ewropayê rabe serpiyan û xwedî li Rêberê xwe û Rojava derkeve."

Ceylan da xuyakirin ku AKP tola têkçûna xwe ya 7'ê Hezîranê hiltîne û bang li her kesî kir ku li hemberî vê rejîma faşîst bisekinin.

'TECRÎD BANGA ŞER E'

Ceylan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Armanca herî mezin a vê tecrîdê, şikandina vîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lê bila vê ji bîr nekin, pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêber Apo da destpêkirin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan jî şensek, firsendeke mezin e." Ceylan da xuyakirin ku tecrîd banga şer e û ji her kesê dijberê şer xwest, dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bike.

Mîtîng, piştû komek ji jinan desteguleke reş danî ber Konsolosxaneya Tirk, bi dawî bû.

MECLÎSA JINÊ YA ARÎN MÎRXAN WÊ RÊZE ÇALAKIYAN LIDAR BIXE

Li Marsîlyayê ji îro û pê ve wê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan hin rêze çalakî bên lidarxistin. Jin wê li meydana Vîeûx Portê tecrîdê û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vekirina standa agahdarkirinê şermezar bikin. Roja Şemiyê jî jin wê bi meşeke girseyî saet di 18:00 de çalakiya xwe bi dawî bikin.

MADRÎD

Li paytexta Spanya Madrîdê li ser banga Komîteya Piştgiriya Gelê Kurd û Rojava, komkujiya li Pirsûsê û bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, hatin şermezarkirin. 

Partiyên Podemos û Îsqûera Ûnîd jî di nav de 17 rêxistinan destek dan mîtîngê.

Mîtîng tevî qedexeyê jî saet di 20:00 de li Plasa Provîensîa li ber Wezareta Karên Derve ya Spanyayê pêk hat û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku li ser mijarê belavok hat xwendin de hat ragihandin ku bêdengiya hikûmeta Spanyayê li pêşberî rewşê, ji ber têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re ye.

Girseya gel di çalakiyê de ji bo PKK, YPG û YPJ'ê dirûşme qîrya. Dûre li ser navê komîteyê axaftin hat kirin. Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk, AKP û Erdogan êdî nema dikarin bi gelê Kurd re gavê bi paş ve bidin avêtin.

...