Medya Swêdê: Bomberdûmanên Tirkiyeyê bi kêrî DAIŞ'ê tên

Medya Swêdê cihekî berfireh da êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê li hemberî DAIŞ'ê, li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK'ê û destnîşan kir ku bombekirina PKK'ê bi kêrî çeteyên DAIŞ'ê tê.

Medya Swêdê cihekî berfireh da êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê li hemberî DAIŞ'ê, li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK'ê û destnîşan kir ku bombekirina PKK'ê bi kêrî çeteyên DAIŞ'ê tê.

Profesorê Dibistana Bilind a Parastinê ya Stockholmê Jan Hallanberg di nûçe-analîzeke xwe ya li mezintirîn ajansa nûçeyan a Swêdê TT de ragihand ku vekirina balafirgeha Încîrlîkê ji bo DYA her tişt li dû xwe hiştiye û di berdêla vê de bombekirina PKK'ê ji nedîtî ve tê.

Ji rayedarên Navenda Olof Palme Hêlîn Şahîn jî da xuyakirin ku gel di rewşeke tirsnak de ye, daristanên baregehên PKK'ê lê ne ji aliyê hikûmetê ve tên şewitandin û got, "PKK wê bi êrîşan re bersivê bide vê. Hikûmetê rewşeke gelekî xetere afirand." Şahîn destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî PKK'ê bi kêrî DAIŞ'ê tê.

Yek ji mezintirîn rojnameyên Swêdê Svenska Dagbladet rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Nûçegihanê rojnameyê yê Rojhilata Navîn Bîtte Hammargren da xuyakirin ku destpot Erdogan ji bo bigihêje armancên xwe li dijî DAIŞ û PKK a laîk li du eniyan dest bi şer kiriye û destnîşan kir, Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû xwedî xeyalên Osmaniya Nû ne.

Şîrovegerê polîtîka derve yê rojnameya Dagens Nyheter Mîchael Wînîarskî jî di analîza xwe ya bi serenavê "Erdogan li ser rêya dijminatiya li her tiştî û her kesî ye" de ragihand ku Erdogan bi polîtîka xwe ya derve re li herêmê bûye dijminê hemû hêzan.

Wînîarskî diyar kir ku gelek kes di wê baweriyê de ne ku Erdogan bi bahaneya DAIŞ'ê dixwaze li Kurdên li Sûriyeyê bixe. Şîroveger di nivîsa xwe de her wiha serketinên YPG'ê yên di demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistiye jî bibîr xist.

Nûçegihanê Rojhilata Navîn ê heman rojnameyê Nathan Shachar jî da zanîn ku Erdogan bi êrîşa li hemberî PKK'ê re dixwaze dijminatiyên xwe yên berê zindî bike û bi vî rengî di hilbijartineke pêşwext de pêşî li serketina HDP'ê bigire.

Mezintirîn rojnameya Swêdê Aftonbladet a xwedî 800 hezar tîrajî, di gotara bi serenavê "Êrîşên Tirkiyeyê dikare rê li ber şerê navxweyî veke" de Hîndekarê Zanîngeha Stockholmê Paûl Levîn destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî PKK'ê hem li nava Tirkieyyê hem jî li derve rê li ber guman û şer vedike.

Di gotarên li rûpelên nûqaşê yên Expressen, Aftonbladet û rojnameyên din de AKP û Erdogan ên li diJî Kurdan û rêxistinên şoreşger dest bi êrîşa topyekûn kirine bi zimanekî tund tê rexnekirin. Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Walsstrom jî balê dikişîne ser gumanên ji ber dijwarbûna şer li Tirkiye û derdora wê û banga ji nû ve agirbest û destpêkirina muzakereyan bi PKK'ê re kir.

...