Anarşîstên Swîsreyê komkujiya li Pirsûsê lanet kirin

Komên Anarşîst ên Swîsreyî bi meşekê komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.

Komên Anarşîst ên Swîsreyî bi meşekê komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin. Komên Anarşîst ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê ve meşiyan û li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li bajarê Swîsre Bernê, bi pêşengiya rêxistinên anarşît, gelek Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî meşiyan û komkujiya li Pirsûsê lanet kirin. Gelek kesên li Reîtschûle cihê xebatê yê komên Anarşîst civiyan, ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê ve meşiyan.

Di meşê de pankartên bi zimanê Elmanî yên bi nivîsa "Terorîst Tirkiye", "Bijî Şoreşa me ya Rojava" û dowîzên ji wêneyên ciwanên SGDF'yî yên hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Ji ber tedbîrên tund ên polîsan li ber sefaretxaneyê, girseya gel li cihekî nêzî sefaretxaneya bilind daxuyaniyek da çapemeniyê û komkujiya li Pirsûsê şermezar kir. Di daxuyaniya li ser navê komên Anarşîst de hat ragihandin ku komkujî bi desteka AKP'ê hatiye kirin û hat destnîşankirin ku destak komên Anarşîst ên li tevahiya cîhanê ji bo Şoreşa Rojava wê dewam bike.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser aliyê enternasyonalîst ê Şoreşa Rojava û bang hat kirin ku ji bo serketina Şoreşa Rojava her kes bi berpirsyarî rabe.

Hevserokê Partiya Ji nû ve Rizgariyê ya Sosyalîst Tûncay Yilmaz jî li cihê daxuyanî hat dayîn axivî û komkujiya li Pirsûsê şermezar kir.

Piştî daxuyaniya li ser navê komê û axaftinên hatin kirin, girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.

...