'AKP û Erdogan ji ber têkçûna li hemberî HDP'ê şer dan destpêkirin'

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên AKP'ê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirinên siyasî şermezar kir.

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên AKP'ê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirinên siyasî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP ji bo tola têkçûna xwe ya 7'ê Hezîranê hilîne şer daye destpêkirin û got, "Zîhniyetê îro Erdogan temsîla wê dike, zîhniyetê qirkirinê yê Îttîhat Terakkî ye. Enver, Talat û Cemal Paşa di sala 1915'an de li dijî gelên Suryanî, Ermenî û Helen bi armanca hilanîna tolê, bi qirkirinê bersiv dane serketinên azadiyê yên sala 1912'an ên gelên Balkanan. Hêzên serdest ên dewleta Komara Tirkiyeyê ku dixwazin Mezopotamya û Anatoliyê veguherînin goristana gel û şaristaniyan, berdêla wê sûcê li dijî mirovahiyê be jî dest ji stratejiya xwe ya afirandina yek netewe bernedane û bi polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst re ev yek nîşan dane."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji ber xwedîderketina li HDP'ê civak tê cezakirin û bal hat kişandin ser komkujiya li Pirsûsê, êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî yên bi vê armancê tên kirin.

BANG LI RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ HAT KIRIN

MUB'ê got, "Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li cem gelên bindest ên Mezopotamya û Anatoliyê cih bigire, destekê bide nirxên demokratîk û li dijî şer aştiyê biparêze" û ev xal destnîşan kir:

"Gelên Tirkiyeyê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li dora projeya jiyana hevpar a HDP'ê dest dan hev, gav avêtin, siyaseta înkarê anîn radeya têkçûnê û desthilatdariya Erdogan hejandin. Dînîtiya şer encama tirsa têkçûnê ye. Dema gelan hêza xwe kirin yek û pêşî li şer girtin, hingî wê Tirkiye azad û demokratîk bibe. Ji ber vê yekê pêwîste gel li dijî faşîzma AKP û MHP'ê li ber xwe bidin û Tirkiye û Rojhilata Navîn ji vê gola xwînê rizgar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Dive gelên me li Rojhilata Navîn şerê berxwedanê de dîroka xwe ji nû ve binivîsîne. Em, şerê hikûmeta AKP'ê li hemberî gelan daye destpêkirin û yên destekê didin vî şerê barbar, bi tundî şermezar dikin."