Yuksekdag jî ket ber lêpirsînê

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, der heqê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de bi îdîaya "pêkanîna propaganda rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin.

Piştî fermana Serokkomar Erdogan a bi gotina, "Divê em mirovên rast mûxatab bigirin, ti wateya mijûlbûna bi saziyan re nîne. Divê parlament ya pêwîst bike. Ya ku tu pişta xwe dispêre rêxistina terorê ye, tuyê berdêla vê bide", der heqê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de lêpirsîn hat destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê der heqê Yuksekdag de bi îdîaya ku ji ber gotina "Em pişta xwe dispêrin YPJ'ê, YPG'ê û PYD'ê" "propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.

Yuksekdag a ji bo salvegera şoreşa Rojava hatibû Pirsûsê, nerazîbûn nîşanî amadekariyên şer ên AKP'ê dabû û diyar kiribû ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Şoreşa Rojava dewam bikin.