MLKP FESK du çalakî girt ser xwe

MLKP FESK, bombeyên li ber rojnameya Star û Rêxistina AKP’ê ya Sancaktepe hatibûn danîn girt ser xwe.

Hêza Çekdar a Xizan û Bindestan (FESK) a girêdayî Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) têkildarî çalakiyên 19 û 20’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

LI ROJNAMEYA STAR Û AKP SANCAKTEPE BOMBE HATIN DANÎN

MLKP FESK bombeya 19’ê Tîrmehê li ber rojnameya Star hatibû danîn girt ser xwe û got: "Me 19’ê Tîrmehê bombe danî saziya rojnameya Star diweşîne ya bi manşeta xwe di şexsê jineke şoreşger de heqaret li jinan kir. Me li ser bombeyê amblema MLKP KKO, ala xwe û pankarta, ‘Hûn nikarin jinan bêdeng bikin, em ê wek Işikan zêde bibin’ danî. Berdevkên Star Medya yên borîzanên şerê psîkoojîk ê faşîst bi rojan di nav panîkê de daxuyaniyên demagojîk dan, ji çalakiya şoreşgerî ya vê carê xwe jê xelas kirin divê ji bîr nekin wê careke din li deriyê van bide û wê her carê ve bi şans bin.”

MLKP FESK bombeya ku 21’ê Tîrmehê li ber Rêxistina AKP’ê ya Sancaktepe hatibû danîn jî girt ser xwe û got: “Çalakiya me ya li Sancaktepeya hevrê Yasemîn lê nemir bû tê wateya ku ala dewrî me kiriye wê li jor bê girtin."

MLKP FESK diyar kir, "Wê hesabpirsînê bidomînin” û got: “Edaleta çîna karker û bindestan wê mutleq bigihêje wan.”