Sariyildiz bi Hevserokê Die Linke Riexinger re rûnişt

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi Hevserokê Die Linke Bernd Riexinger re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de nûnerê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan û nûnerê Die Linke yê Baden Wurttembergê Bernhard Strasdeit jî amade bûn.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi Hevserokê Die Linke Bernd Riexinger re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de nûnerê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan û nûnerê Die Linke yê Baden Wurttembergê Bernhard Strasdeit jî amade bûn.

Sariyildiz êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bi taybetî yên li Cizîrê ji rêveberên Die Linke re vegot û der barê kampanya bira ya heta niha tê meşandin de agahî da. Têkildarî zexta siyasî û gefa rakirina destnedana parlamenteriyê jî Sariyildiz ji Ewropayê bi taybetî ji partiyên Çep xwest, zextê li Tirkyeyê bikin ku xwe bigihîne normên demokrasiyê.

Hevserokê Die Linke Bernd Riexinger jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana Sariyildiz bilêv kir.

Riexinger bibîr xist, ku beriya meh û nîvekê ew li Amedê bû û got, "Tevî heyetekê min bi çavên xwe rewşa li Sûrê dît û gelekî pê êşiyam. Min êş û bêçaretiya dayikên ku nikarin cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê hatine kuştin rakin, dît. Lewma dibêjim, weke Partiya Çep em li cem gelê Kurd in."

Riexinger destnîşan kir, ku ji bo pêkhatina siberojeke demokratîk a li Tirkiyeyê ew ê hem li parlamentê hem jî li derve têkoşîna xwe bidomînin.

Riexinger diyar kir, ji bo pêşîgirtina li hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, hem li parlamentê hem jî li derve çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Hevserokê Die Linke da xuyakirin, ku ew polîtîkaya kirêt a navbera Merkel û Erdogan bi tundî şermezar dikin û got, "Ev polîtîkaya ji bo pêşîgirtina li hatina penanberan bi Erdogan re tê meşandin, ne ya bê qebûlkirin e. Ji ber ku Erdogan bi şerê li hemberî gelê xwe ve, gelê xwe dike penaber. Em vê yekê li her cihî bilêv dikin, em ê her bilêv bikin. Raya giştî ya Elman jî di vî warî de acizî û nerazîbûna xwe nîşan dide."