Ji Ozgur Gundemê kampanya nobedê
Ozgur Gundemê li dijî zextan dest bi kampanya 'Hevberpirsyariya Weşana Giştî ya Nobedar' kir.
Ozgur Gundemê li dijî zextan dest bi kampanya 'Hevberpirsyariya Weşana Giştî ya Nobedar' kir.
Rojnameya Ozgur Gundemê li dijî lêpirsîn û dozan dest bi kampanya "Nobeda Hevberpirsyara Weşana Giştî" kir. Kampanya bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamevanan a Cîhanê destpê kir. Nobeda ewilî Hevserokên Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC) Nevîn Erdemir û Hakki Boltan dewir girtin.
Rojnameya Ozgur Gumdemê bi boneya zext û zorên li ser wê zêde dibin û der barê Hevberpirsyarên wê de lêpirsîn û doz tên vekirin kampanya "Nobeta Hevberpirsyaran" da destpêkirin. Kampanya bi şîara "Çapemeniya Azad, Welatê Azad" û bi civîna rojevê ya rojnameyê dest pê kir. Kampanya ku bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê dest pê kir. Nobeda ewil Hevserokên Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC) Nevîn Erdemir û Hakki Boltan wergirtin.
Hevserokên OGC danê sibehê hatin rojnameyê û civîna rojevê bi rêve birin. Dîsa nûçeyên der barê bûyerên rojê de nîqaş kirin. Hevberpirsyarên Nobedar dest bi karê xwe kirin û rûpel amade kirin. Têkildarî kampanyayê wê îro saet di 13.00'an de li avahiya Rojnameyê civîna çapemeniyê bê lidarxistin.