Li Maînzê civîna ji bo Terolarê

Ji ber kampa AFAD'ê ya li gundê Terolar a Mereşê tê çêkirin, li bajarê Elmanya Maînzê civînek hat lidarxistin.

Ji ber kampa AFAD'ê ya li gundê Terolar a Mereşê tê çêkirin, li bajarê Elmanya Maînzê civînek hat lidarxistin. Civîna agahdarkirinê li Navenda Çanda Pazarcixê pêk hat. Parêzer Mehmet Çarman, Hevserokê Hewldana Mereşê Mehmet Ustekû Hevserokê Navenda Çandê ya Pazarcixê Azîz Ûzpak weke qiseker beşdarî civînê bûn.

Azîz Ûzpak di axaftina vekirinê ya civînê de hewldana lînckirina parlamenterên HDP'ê li Meclîsê şermear kir û destnîşan kir, ku hesabê vê yekê wê ji sedî sed bê pirsîn." 

Dûre parêzer Mehmet Çarman peyivî û bal kişand ser kampa AFAD dixwaze li ser erdekî ji 374 donimî ya li herêma Elewiyan çêbike.

Parêzer Çarman got, "Yên bên vê derê Êzidî, Suryanî, Kurd nînin; yên bînin vê derê Selefî ne. Nerazîbûna me li vê ye." Çarman da zanîn, ev plana dewlet AKP'ê wê bi tenê bi Terolarê neqede û destnîşan kir, ku Terolar ji bo kampên li herêmên din destpêk e. Çarman got, "Bi gundiyên xwe re li hev rûnên. Baxivin. Cihên xezîneyê yên li herêmê bikirin."

DI 7'Ê GULANÊ DE WÊ LI TEROLARÊ MEŞEKE NAVENDÎ BÊ LIDARXISTIN

Hevserokê Hewldana Mereşê Mehmet Ustek jî diyar kir, herêm bi zanebûn hatiye hilbijartin û anî ziman, ku tê xwestin li Meletî, Sêwas û Erzînganê jî ev kamp were çêkirin. Ustek da xuyakirin, ku hewl tê dayîn rewşa demografî ya cihên Elewiyên Kurd bê guhertin.

Ustek bibîr xist, ku wê di 7'ê Gulanê de li Terolarê meş û mîtîngeke mezin bê lidarxisitn û bang li her kesî kir, tevlî vê meşê bibin. Ustek ji Mereşiyên li Ewropayê dijîn jî xwest, li xizm û nasên xwe bigerin û ji wan bixwazin ku tevlî meşê bibin.

...