Birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê tê xwestin ew bi 11 salan bên cezakirin!

2 kesên ku di komkujiya 10’ê Cotmehê de bi wesayîta polîsan a kes tê de nebû birîndar birin nexweşxaneyê, tê xwestin ku bi îdîaya 'diziyê' û 'zirar dayînê' bi 11 salan cezayê girtîgehê werin cezakirin.

Têkildarî komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê ya ku 102 kesan jiyana xwe ji dest, agahiyên nû eşkere dibin.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, piştî komkujiyê endamên Halkevî Mert Kaya, Devran Saçinti bi wesayîta polîsan a sekinî bû kesek tê de nebû xwestine birîndarekî giran bibin nexweşxaneyê. Lê di rê de dû ji wesayîtê tê û li ser vê yekê bang li polîsan dikin. Polîsên tên cihê bûyerê her du endamên Halkevî binçav dikin.

Di gilînameya têkildarî du kesan hat amadekirin de hat gotin, "gumanbarên ku teqîn ji xwe re kirin hincet, pihîn li wesayîta ebîbê dane, camên wê şikandine û zerar dane. Piştre bi kar anîne, revandiye û li derdora meydana Sihhiyet hatine girtin."