Ûca ya HDP'yî li Fînlandiyayê hin hevdîtin kir. Ûca bi parlamenteran re rûnişt û êrîşên AKP/Qesrê xist rojevê. Parlamentera HDP'ê ji bo 'Kampanya Malbata Bira' jî daxwaza destekê kir.
ANF
HELSÎNKÎ
çarşem, 4 gulanê 2016, 10:03
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ji aliyê komeleya bi navê "Kurdistanin Lapset" (Zarokên Kurdistanê) ve hat vexwendin û li ser vê yekê hat Fînlandiyayê.
Ûca di çarçoveya hevdîtinan de bi parlamenterên Keskan, Tifaqa Çep, Sosyal Demokrat û tevî Antî Kaîkkosen, Li Anderson, Sanna Marin, Erikki Tuomio jî di nav de bi endamên Komîsyona Karên Derve re rûnişt.
Di hevdîtinan de êrîşên AKP/Qesrê yên li Bakurê Kurdistanê û êrîşên li hemberî HDP'ê hat rojevê.
Ûca û Parlamenterê Tifaqa Çep Paavo Arhinmäki weke qiseker duh êvarê tevlî semînerekê bûn. Di axaftinên li semînerê de komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kriin û hewldanên tasfiyekirina HDP'ê hatin şermezarkirin.
'LI ŞÛNA DAIŞ'Ê RADIBIN ÊRÎŞÎ HÊVIYA MIROVAHIYÊ KURDAN DIKIN'
Arhinmäki fikarên xwe yên li ser polîtîkayên Tirkiye li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dimeşîne bilêv kir û got, "Tirkiye, li şûna ku li dijî DAIŞ'ê şer bike, radibe êrîşî hêviya mirovahiyê hêzên Kurdan dike. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Divê NATO dest li vê rewşê werde."
Ûca her wiha tevlî civîna gel a Komeleya Kurd a Fînlandiyayê bû û di axaftina xwe ya li vir de jî destnîşan kir, ku ew ê serî li ber AKP/Qesrê netewînin.
Ûca ji bo 'Kampanya Malbata Bira' jî banga destek û tevlîbûnê kir.