HDP bû hedefa êrîşa çekdarî

Li hemberî avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Kartalê duh bi şev êrîşeke çekdarî pêk hat.

Piştî êrîşa wekîlên AKP'yî ya li hemberî parlamenterên HDP'ê, ku di dema hevdîtinên li ser 'destnedanê' de li Meclîsê rû da, vê carê li Stenbolê li hemberî HDP'ê êrîşek pêk hat.

Li hember avahiya HDP’ê ya navçeya Kartalê duh şev êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Kesên ku nasnameya wan ne diyar xisar dane avahiye. 

Piştî ku Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Ayten Toksoy danê sibehê hat avahiyê, pê hesiya ku êrîş li avahiyê hatiye kirin. Rayedarên partiyê agahî dan polîsan û li bendê ne ku kiryarên êrîşê bên zevtkirin.