Qesr têk diçe: Cih li goristan û nexweşxaneyên leşkerî nema!

Têkçûna çeteyên AKP/Qesrê bû sedem ku cih li goristan û nexweşxaneyan nemîne. Ji ber ku cih nema ye, goristanên nû tên çêkirin û nexweşxaneyên leşkerî li sivîlan hat girtin.

Çeteyên AKP/Qesrê li Bakurê Kurdistanê derbên giran dixwin û gelek jê tên kuştin.

Di van operasyonan de bi sedan leşker û polîs mirin û gelek jî birîndar bûn. Êdî dewlet bi xwe jî nema dikare vê rastiyê veşêre.

Çavkaniyên dewletê dibêjin, ji 7'ê Hezîrana 2015'an û vir ve hejmara wezîfedarên ewlekariyê yên mirin e 480 ye. Tê zanîn, hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e.

Ji ber hejmara zêde ya kuştiyên dewletê, li goristanan jî cih nema. "Şehîdgeha Polîsan" a li Goristana Cebecî Asrî ya li Enqereyê bi temamî tijî bû û hat girtin. Piştî ku ev goristan tijî bû, li Goristana Karşiyakayê "Şehîdgeheke Polîsan" a nû hat vekirin. Ev "Şehîdgeha Polîsan" li aliyê deriyê 3. ê goristanê ye. Tê gotin, ku ev goristan ji bo 150 goran hatiye amadekirin û ji meha derbasbûyî ve cenaze lê tên defnkirin.

GATA TIJÎ BÛ!

Zêdehiya birîndaran jî yek ji nîşaneyên têkçûna AKP/Qesrê ye.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, ji ber hejmara zêde ya leşker û polîsên birîndar, servîsên otopedî û plastîk cerrahî yên li GATA'yê tijî bûne.

Hat ragihandin, piraniya wan li navçeya Amed Sûr û li navçeya Mêrdîn Nisêbînê birîndar bûne zêdeyî 300 polîs û leşker li vir in. Ji ber ku ev agahî ji aliyê çavkaniyên leşkerî ve hatiye dayîn, tê texmînkirin ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e. Li gorî nûçeyê li Silopiyayê 129, li Cizîrê 165, li Hezexê 42, li Geverê 121, li navenda Şirnexê heta niha 126 çeteyên AKP/Qesrê birîndar bûne. 

Nexweşxaneyên leşkerî ji ber hejmara zêde ya mirî û birîndarên leşker û polîsan, li nexweşen sivîl hatin girtin. 

PSÎKOLOJIYA WAN XERA BÛ

Wekî din, hat ragihandin leşkerên ku derbên giran ji berxwedanê dixwin, desteka psîkolojîk dibînin. Her wiha leşker û polîsên dest û piyên wan jê bûne jî tê payîn ku di dema pêş de bişînin Navenda Rehatîlîtasyonê ya Artêşa Tirk.