Gefa kuştinê li girtiyan tê xwarin!
Xizmên girtiyan dan xuyakirin ku li girtîgeha bi tîpa F ya Kirklareliyê zext, îşkence û şîdet tên kirin û diyar kirin, zext û şîdet di dema dawî de zêde bûne.
Xizmên girtiyan dan xuyakirin ku li girtîgeha bi tîpa F ya Kirklareliyê zext, îşkence û şîdet tên kirin û diyar kirin, zext û şîdet di dema dawî de zêde bûne.
Zext, îşkence û şîdeta li hemberî girtiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin. Xizmên girtiyan diyar kirin, piştî ku Midûrê Girtîgeha Tîpa F ya Kirklareliyê hat guhertin, zext û îşkenceya li hemberî girityên siyasî zêde bûne û anîn ziman, ku ew ji jiyana xizmên xwe bi fikar in.
Xizmên girtiyan gotin, "Girtiyên nexweş nabin revîrê. Nexweşên divê bi tena serê xwe nemînin, li koxûşên yek kesî tên ragirtin û bi ti awayî bersiv ji pêdiviyên van nexweşan nayê dayîn. Girtî nikarin derkevin qada hevpar. Wekî din cezayê hobî li wan hatiye birîn." Xizmên girtiyan wekî din gotin, "Ceza li xizmên me birîn e ku 7 mehan nikaribin derkevin hevdîtinê. Midûr girtîgehê bi her awayî zextê dikin."
GEFA ÎNFAZÊ
Xizmên girtiyan dan zanîn, Alaattîn Çakici yê weke şefê mafya tê naskirin birine girtîgeha tîpa F ya Kirklareliyê û gelek girtiyên siyasî hatine sirgûnkirin. Xizmên girtiyan gotin, "Li girtîgehê bi tenê 160 mehkûmên siyasî man e. Ji edliyan jî Aladdîn Çakici û 8 kesên pê re hene. Her 8 edlî xuya ye zilamên Aladdîn Çakici ne." Hevsera girtiyekî dan zanîn, gardiyan timî heqaretê û zextê li girtiyên siyasî dikin û gotin, "Zexta rêveberiya girtîgehê têrê nake, gardiyan jî îşkenceyê dikin. Hevserê min bi rêya telefonê ji min re got, 'Tiştên welê dikin, nikarim di telefonê de qalê bikim. Di her kêliyê de dikarin me înfaz bikin."